Serokwezîr biryar da zêdetir ji 736 milyar dînar ji bo bicîhanîna projeyên xizmetê bê veqetandin
PeyamaKurd – Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizamendî li ser zêdetir ji 736 milyar dînar ji bo bicîhanîna projeyên xizmetê bê veqetandin nîşan da.
Li gor Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn, ji bo berjewendiya giştî û di çarçoveya bicîhanîna karnameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ji bo pêşkeşkirina xizmetên zêdetir ji xelkê Kurdistanê re, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizamendî li ser veqetandina 736 milyar û 759 milyon dînar pare nîşan daye.
Herwiha hat ragihandin, ji bo bicîhanîna projeyên berdewam û hatine pêşneyarkirin ên sala 2022 û 2023yê û bi awayê next û qonax bi qonax wê li ser budceya veberhênana wezaretan ew pare bê dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin