Serokwezîrê Îsraîlê plan dike ku li ser sînorê Urdinê dîwar ava bike
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu ragihand ku plan dike li ser sînorê Urdinê dîwar ava bike. Netenyahu got ku wê bi Urdinê re hevkariyê bike û da karibin ber li sîlihan û derbaskirina karê mirovan ya qaçax bigre.
Netenyahu, di 8ê Êlûnê de li deriyê qral Huseyîn ku li wê derê 3 Îsraîlî hatibûn kuştin, lêkolînan kir. Netenyahu li wê derê daxwuyanî da û got:
“Em di nav şerekî piralî de ne û di vê rewşê de divê em bi Urdinê re ewlehiya sînorê xwe yê Rojhilat biparêzin. Ev der sînorê aştiyê ye û ji bo biparêzin divê em bi Urdinê re hevkariyê bikin.”
Netenyahu got ku di ser Urdinê de sîlih û terorîst derbasî Şerîa Rojava û bajarê Îsraîlê dikin û ji bo rawestandina wan, bi temamê terefan re hevkariyê dikin. Netenyahu weha dewam kir:
“Em ê bixebitin da li hemberê hewlên qaçaxiyê dîwarê saxlem ava bikin û em vê jî bi cîranên xwe re bi koordîne dikin. Ji me re girînge ku ev sînor weke sînorê aştiyê û ewlehiyê bimîne”
Îsraîl û Urdin di sala 1994an de ‘Peymana Wadî Ereb’ ya aştiyê îmza kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin