Serokwezîr: Me dezgehên pêwendîdar erkdar kirine ku bilez bigihin hawara zirarpêketiyan
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyamek li ser lehiya Hewlêrê belav kir û da zanîn: “Me dezgehên pêwendîdar erkdar kirine ku bilez bigihin hawara zirarpêketiyan û her tiştek ku pêwîst be bikin, ji bo alîkarîkirina wan û dabînkirina pêwîstiyên wan pêk bînin.”
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de eşkere dike: “Mixabin, ji ber barana tund û bihêz a do şev û îro dibare, li çend gund û navçeyên bajarê Hewlêrê lehî çê bûye, di encamê de hejmarek hemwelatiyan canê xwe ji dest dane û bûye sedema zirareke zêde ya maddî jî.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî dide zanin: “Sersaxiyê li malbat û kesûkarên wan dikim û şirîkê xema wan im. Xwedayê mezin rihê wan bixe ber dilovaniya xwe.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan dike: “Me dezgehên pêwendîdar erkdar kirine ku bilez bigihin hawara zirarpêketiyan û her tiştek ku pêwîst be bikin, ji bo alîkarîkirina wan û dabînkirina pêwîstiyên wan pêk bînin.”
Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, ji ber barîna baraneke zêde lehî rabû û Parêzgarê Hewlêrê jî dibêje, li gor zanyariyên gihîştine wan, heta niha 7 kesan ji ber lehiyê û kesekî jî bi sedema birûskê can daye, lê hêj hejmareke rast li ber dest nîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin