Serokwezîr: Me du pêsniyar pêskêsî hikûmeta Bexdayê kir

15 September 2023 10:49 0 dîtin
Serokwezîr: Me du pêsniyar pêskêsî hikûmeta Bexdayê kir

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku wan ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê du pêşniyar pêşkêşî hikûmeta Bexdayê kirine.

Piştî hevdîtinên xwe yên li Bexdayê, Mesrûr Barzanî di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, ku Encûmena Wezîrên Iraqê wê roja 17ê Îlonê bicive û li ser mijara mûçe û budçeya karmendên Herêma Kurdistanê gotûbêjan bike.

Serokwezîr amaje bi wê yekê jî kir, ku wan ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçe û bûdceyê, du pêşniyar pêşkêşî rayedarên hikûmeta Bexdayê kirine.

Hat ragihandin, yek ji pêşniyaran ew bû ku madeyên ku di dema dirêj de cîbicîkirina qanûna bûdceyê asteng dikin bên guhertin.

Herwiha hat eşkerekirin, pêşniyara duyemîn jî ew e ku mehane 800 milyar dînar bê şandin da ku karmendên Herêma Kurdistanê nebin qurbanî.

Peyamnêrê me amaje bi wê yekê jî kir ku berpirsên hikûmeta Iraqê û aliyên siyasî piştevaniya pêşniyarên Serokwezîr dikin, tê çaverêkirin di civîna Encûmena Wezîrên Iraqê de biryar li ser wan pêşniyaran bê dayîn.

Mesrûr Barzanî ku îro li gel Cîgirê Serokwezîr Kubad Talebanî û şandeke pilebilind a hikûmetê çûbû Bexdayê, li gel Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî, Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî û serokên partiyên siyasî hevdîtin pêk anîbû.

Serokwezîr dupat kir, divê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bên dabînkirin û pirsgirêka budçeyê bê çareserkirin.

Serokwezîr diyar kir, ew li bendê ne ku piştî hevdîtinên ku kirin gavên erênî bên avêtin û got, ew di vî warî de geşbîn in.