Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihist Bexdayê

16 July 2019 13:14 0 dîtin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihist Bexdayê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şanda pê re, ji bo bi Serokomar, Serokwezîr û Serokê Parlementoya Iraqê re çendîn hevdîtinan pêk bîne gihişt Bexdayê.

Şanda Herêma Kurdistanê ewil dê bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih re bicive û paşê jî bi Serokwezîr Adil Evdilmehdî re û herî dawî jî dê bi Serokê Parlementoya Iraqê Muhammed Helbûsî re were cem hev. Di hevdîtinan de tê çaverêkirin ku pirsgirêkên di navbera Iraqê û Bexdayê de werin guftûgokirin.

Hat diyarkirin ku di şandeya Herêma Kurdistanê de ji Cîgirê Serokê hikumetê Qubad Talebanî, Wezîrê Dadê Ferset Ehmed, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, Wezîrê Darayî û Aboriyê Awat Şêx Cenab, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî heye.