Serokwezîr Mesrur Barzanî gotara xwe pêskêsî semînerê kir

20 April 2022 14:32 0 dîtin
Serokwezîr Mesrur Barzanî gotara xwe pêskêsî semînerê kir

PeyamaKurd- Serokwezîr Barzanî, li Londonê li Peymangeha Chatham House beşdarî semînerê bû. Serokê Hikûmeta Kurdistanê di gotara xwe de bi taybetî bal kişand ser biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê û petrola Kurdistanê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di gotara ku pêşkêş kir de qala têkiliyên Hewlêr û Bexdayê jî kir. Serokwezîr Barzanî got:  “Ez kêfxweş im ku  îro em behsa rewşa Herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi giştî dikin. Ev navçe ji heyama 10 salên borî ve li hemû cîhanê bûye bûyereke girîng.  Bûyerên Rojhilata Navîn, ne tenê girêdayiyê Rojhilata Navîn in, pêwendiya wê bi hemû cîhanê ve heye.”

Serokwezîr di berdewamiya gotarê de da zanîn ku her çiqas bûyerên koçberî, zordarî û gefên şerê DAIŞê  kêm bûbin jî ev hemû sedem in ku ew xwe ji bo pêşhateyan amade bikin.