Serokwezîr Mesrur Barzanî ji medya cîhanî re axivî
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî ku ji bo Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê li Almanya ye, ji rojnameyên The Washington Post, The Telegraph û kovara The Atlantic re axivî.
Barzanî di hevpeyvînên xwe de bal kişand ser ji nû ve xwe birêxistinkirina DAIŞê û zêdebûna metirsiya terora DAIŞê.
Mesrur Barzanî ji The Washington Post re diyar kir ku kuştina Ebubekir Bexdadî ti bandor li ser çalakiyên DAIŞê nekiriye û êrîşên DAIŞê berdewam in.
Serokwezîr ji kovara The Atlantic re gotiye, erê serokê DAIŞê hatiye kuştin, lê belê rageşiya navbera Amerîka-Îranê hiştiye ku DAIŞ li herêmê bihêz bibe.
Mesrur Barzanî ji rojnameya The Telegraph re daye xuyakirin, piştî ku Amerîkayê serkeftina dijî DAIŞê ragihandiye alîkariyên bo têkoşîna DAIŞê kêm bûne ku ne tiştekî rast e serkeftinên ragihînin û vekişin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin