Serokwezîr Mesrur Barzanî serxwesî da Sasan Ewnî
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi pêwendiyeke telefonî serxweşî li Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê yê Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî kir ku birayê wî di bûyereke trafîkê de can daye.
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi rêya telefonê serxweşî li Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî kir.
Mesrur Barzanî hevxemiya xwe ji bo malbata wan nîşan da û hêvî xwest, xwedayê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û aramî û sebrê bide malbatê û nas û dostên rehmetî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin