Serokwezîrê Almanyayê bi Joe Biden re civiya

08 February 2022 10:59 0 dîtin
Serokwezîrê Almanyayê bi Joe Biden re civiya

PeyamaKurd Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz cara pêşî wek serokwezîr serdana Washingtonê kir û bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re civiya.

Scholz û Biden berî civînê ser yekîtî û hevkariyê daxuyanî dan.
Biden da zanîn, Amerîka û Almanya di kêşeya Ukrayna de wek hev du tevdigerin û gpt: “Em ji bo li Ewropa rê li ber êrîşvaniya Rûsya bigirin wek hev du tevdigerin.”

Biden eşkere kir, Amerîka û Almanya li dijî dijwariyên ji ber Çînê çêdibin jî bi hev re tevdigerin. Herwiha Serokê Amerîkayê Biden diyar kir, Almanya yek ji hevbendên herî girîng yên Amerîka ye û got, ew ji hevkariyê razî ye.

Serokwezîrê Almanya Scholz jî berî civînê bal kişand ser hevkariyê û da zanîn, Almanya û Amerîka hevbendên nêz in û ew dijî kêşeyên rojane bi hev re tevdigerin.

Hikûmeta Almanya ji ber zexta kêm ya li ser Rûsya tê rexnekirin. Scholz ji Washington Postê re destnîşan kir, ew rexneyan red dike û got, Almanya piştgira herî mezin a aboriya Ukrayna ye.