Serokwezîrê Almanyayê, ligel Biden axivî
PeyamaKurd- Ji aliyê Serokwezîrtiya Almanyayê ve bi rêya daxuyaniyekê hat ragihandin ku Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, li ser serdana xwe ya Çînê û rewşa Ukraynayê, ligel Serokê Amerîkayê Joe Biden axaftineke telefonê kiriye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Scholz, di derbarê serdana xwe ya Pekinê de agahî dane Joe Biden û hat diyarkirin ku herdu rêberan li ser daxuyaniya Serokwezîrê Çînê Şi Cinping a ku li ser bikaranîna çekên nukleerî û gefa bikaranîna çekên nukleerî axivîne û vê daxuyaniya ku bi zelalî hatiye dayîn, bi awayekî erênî pêşwazî kirine.
Her wiha hat diyarkirin ku Biden û Scholz li ser şerê navbera Rusya û Ukraynayê û qeyrana enerjiyê jî axivîne û êrîşên Rusyayê yên li dijî binesaziyên enerjiya Ukraynayê jî şermezar kirine.
Li gorî agahiyên hatin parvekirin, rêberên herdu welatan daye zanîn ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo Ukraynayê berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin