Serokwezîrê Cezayîrê, ligel Macron axivî
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji Serokomariya Cezayîrê hatin ragihandin, Serokomarê Cezayîrê Abdulmecîd Tebbun, dê di meha gulanê de biçe serdana Fransayê û dê ligel Serokomarê Fransayê civînek li dar bixe.
Di daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya Cezayîrê de hat ragihandin ku Serokomarê Cezayîrê Tebbun, bi hemtayê xwe yê Fransî Emmanuel Macron re bi navbenykariya telefonê axiviye û di axaftina telefonê de hin nirxandinên siyasî û dîplomatîk kirine.
Hat destnîşankirin ku Tebbun û Macron, sersala hev û din pîroz kiriye û herdu serokan li ser têkiliyên Cezayîr û Fransayê dan û stendin kirine.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, di 13ê Çileyê de di hevpeyvîna xwe ya bi kovara Le Point re diyar kiribû ku lêborîna welatê wî ya ji bo dîroka kolonyalîzmê ya li Cezayîrê dê tiştekî rast neke û gotibû, "Ez neçar im lêborînê bixwazim."
Piştî vê daxuyaniya Macron, pêwendiya telefonê ya bi Tebbun re bû sedema balkişandinê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin