Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Ev Scholarshipên wiha asta xwendekarên me bilind dike
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro beşdarî merasîma Scholarshipê bû û gotarek pêşkêş kir.
Li gor zanyariyan, îro li Hewlêrê kompaniya genel enerjî bi hevbeşî li gel zanîngeha Amerîkî/ Kurdistan merasîmek bi navê bexşîna Scholarship li dar xist û di merasîmê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî beşdar bû.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîmê de diyar kir, ji ber dabînkirina 20 Scholarship ji bo xwendekaran, spasiya kompaniya genel enerjî dikim û hêvî dikim ku kompaniyên din jî çav li genel enerjî bikin û dest bi çalakiyên bi vî rengî bikin.
Mesrûr Barzanî da zanîn: “Ez gelekî kêfxweş im ji bo dabînkirina wan 20 Scholarshipan û herwiha gelek kêfxweş im ku zanîngeha Amerîkî/Kurdistan hejmareke zêde xwendekar werdigire. Ev Scholarshipên wiha asta xwendekarên me bilind dike û digihîne asteke standart a cîhanî.
Herwiha Barzanî di beşeke din di gotara xwe de got, Kurdistan berdewam e û pabend e bi xizmetkirina xwendekaran û li ser asta cîhanê jî cîhê baweriyê ye û hêvî dikim kompaniyên din jî dest bi çalakiyên însanî yên taybet bi xwendekaran bikin.
Herî dawî Serokwezîr eşkere kir, hikûmet gelek hewl dide ji bo zêdekirina çavkaniyên dahat û aboriyê û em berdewam dibin li ser piştevanîkirina nibişên nû û tekez kir ku rixmî astengiyên gelek zêde ne, lê karîne pêşkeftinên gelek mezin jî bidest bîxin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin