Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Sayloya bajarê Kelarê vedike
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro serdana îdareya serbixwe ya Germiyanê dike û bi merasîmekê, Sayloya bajarê Kelarê vedike.
Sayloya Kalar bi 21 milyar Dînar hatiye dirustkirin ku karîna wê ya embarkirina 40 hezar ton genim heye û dikare ji bo heyama 5 salan genim tê de were rakirin. Herwiha karîna wêya testkirin û diyarkirina cure û kalîtiya genim jî heye.
Bajarê Kalarê, navenda îdareya serbixwe ya Germiyanê ye û li ser çemê Sîrwan dikeve û zêdetir ji 250 hezar kes lê niştecih dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin