Serokwezîrê Iraqê Evdilmehdî li Almanyayê derbarê Hewlêr û Bexdayê de axivî
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî li Almanyayê derbarê Hewlêr û Bexdayê de axivî û got, “niha peywendiyên me gelek baş in” lê ew nayê wê wateyê ku hemû pirsgirêkên me hatine çareserkirin.
Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî di çarçoveya seredana xwe ya Almanyayê bi Serokwezîra Almanyayê Angel Merkel re civiya. Herdu lîderan piştî hevdîtinê civîneke rojnamevaniyê pêk anîn.
Evdilmehdî wisa axivî: “Niha Iraq hem dewleteke îtilafê ye û hem jî federal e. Ev yek di pergala Iraqê de nû ye. Ji bo têkiliyên baştir yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de divê em rêbazên nû hîn bibin û xwe bielîmin.”
Evdilmehdî li ser têkiliyên Iraqê bi Kurdsitanê re jî axivî û got, “wekî hûn dizanin Serokomarî û hindek wezaretên girîng di destê Kurdan û Herêma Kurdistanê de ne. Herweha li Meclisa Nûneran jî bi awayekî azad dixebitin û çalakiyên xwe birêve dibin. Ji ber vê yekê jî peywendiyên me baş in.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin