Serokwezîrê Îraqê Evdilmehdî derbarê Baxoz û Singalê da daxuyanîyek da
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îraqê Adil Evdilmehdî di civîna heftane ya asayî da, derbarê Baxoz û Şingalê da pirsên rojnamevanan bersivandin.
Adil Evdilmehdî derbarê şerê di navbera Artêşa Îraqê û Hêzên Parastina Şingalê (YBŞ) da axivî. Evdilmhedî got,
“Me wekî hikûmet li Şingalê gavên pêwîst avêtin û li dijî rûdan û qeyranan hemû bergirî hatine wergirtin.”
Evdilmehdî li ser rexneyên li dijî hikûmetê da jî axivî û da zanîn ku, peyamên piştgirîyê ji hikûmeta Amerîka û Brîtanyayê distînin û wiha pê da çû “Weke hikûmet em xwedî li bernameya xwe derketin û di mawayê dîyar kirî de me temam kir.”
Ji alîyê din ve Evdilmehdî derbarê Baxozê da jî axivî û eşkere kir ku ew operasyonên li Baxozê ya li nêzîkî sînorê Îraqê jî ji nêz ve dişopînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin