HSD Di derbarê Baxozê: Çeteyên DAISê yên biyanî tenê mane
PeyamaKurd - Hêzên Sûrya Demokrat HSDê ragihand ku êrîşa dawiyê ya hêzên wan bo ser Baxoz daye destpêkirin hêdî dimeşe da ku gelek ziyanên giyanî nedin bo paqijkirina herêmê ji bermayên çeteyên DAIŞê.
Hêzên Sûriya Demokrat herwiha dide zanîn ku ew pêş dikevin, lê pêşketina wan hêdîye û çekdarên mane di Baxoz de şer dikin, çeteyên biyanî ne.
Adnan Efrînî yek ji fermandarên HSDê roja Duşemê got, êrîşa wan ya dawiyê bo ser Baxoz hêdî dimeşe jibo ku xwe ji segvanên DAIŞê û mayînên çandî biparêzin û gelek qurbaniyan nedin. Efrînî got ku bi dehan çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Firokên cengê yên hevpeymanan li esmanê Baxoz firînên xwe berdewam dikin, bo ser ciyên ku çeteyên DAIŞê di hin malên de mane yên li ser lêva çemê Firat, li Rojhilatê Sûriyê nêzîk sinorê Îraqê. Car caran şer û pêkdadan tên berdewam kirin û stûnên dûkelê ji Baxoz bilind dibin.Efrînî dibêje, hêzên wan "pêşketinek kêm" bidest xistîye ji dema ku doh êvarî roja Yekşemê Hêzên Sûriya Demokrat ya ku ji aliyê Amerîka ve tê piştevanîkrin. Dest bi êrîşa dawiyê ya ser bermaên çeteyên DAIŞê kirîye li Baxoz.
Paqijkirina Baxoz ji çekdarên DAIŞ, dê weke qunaxek werçerxanê di şerê li dij DAIŞê de li Îraq û Sûriyê bê hijmartin ku ew rêxistin dê kontrola xwe ya liser erê berfireh li Îraq û Sûriyê hinda bike, lê dê her weke gefek li dij ewlekariya herêmê bimîne

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin