Serokwezîrê Îspanyayê, serdana Kievê kir

23 February 2023 17:00 0 dîtin
Serokwezîrê Îspanyayê, serdana Kievê kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez, ji ber rastlêhatina salvegera şerê navbera Rusya û Ukraynayê, serdana Kievê kir.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku  Pedro Sanchez, bi balafira Hêzên Asîmanî yên Îspanyayê çû Polonyayê û bi rêya trênê jî derbasî paytexta Ukraynayê Kievê bû.

Hat diyarkirin ku Sanchez piştî serdana xwe ya 21ê Nîsana 2022yan, dibe cara duyemîn ku derbasî Kievê dike.

Li gorî hat ragihandin, Serokwezîrê Polonyayê dê bi Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy re hevdîtinek bike û dê bi hev re serdana bajarên ku ji ber şer wêran bûne, bikin.

Wezîra Berevaniya Îspanyayê Margarita Robles jî ragihand ku ew ê di dawiya meha adarê yan jî di destpêka meha nîsanê de 6 tanqên tîpa Leopard 2 bişînin Ukraynayê.