Serokwezîrê Îspanyayê serdana Kîevê dike û bi Zelenskiy re dicive
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez wê di çend rojên pêş de serdana Ukrayna bike .
Li gorî ragihandina Reutersê wê sanchez li paytex Kîevê bi Serokê Ukrayna Volodimir Zelenskiy re bicive.
Berî Sanchez, Seroka Komîsyona Ewropa Ursula von der Leyen jî di nav de hejmarek rêberên Ewropî ji bo piştgirîya xwe bo Ukrayna nîşan bidin serdana Kîevê kiribûn.
Sanchez 18ê Nîsanê gotibû, ew dê balyozxaneya xwe ya li Kîevê ku ji ber êrîşên Rûsyayê yên ji 24ê Sibatê ve dewam dikin hatibû girtin, ji nû ve vekin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin