Serokwezîrê Kanadayê: Newroza we pîroz be, Newroza we ya hemû salan pîroz be..

20 March 2021 14:59 0 dîtin
Serokwezîrê Kanadayê: Newroza we pîroz be, Newroza we ya hemû salan pîroz be..

PeyamaKurd – Serokwezîrê Kanadayê, bi peyameke vîdyoyî pîrozbahiya Newrozê li gelê Kurd û gelên din dike û ji welatiyan daxwaz dike, rênimayên xweparêziya ji vîrusa Koronayê di rojên cejnê de cîbicî bînin.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau di peyama xwe de got: “Newroza we pîroz be, Newroza we ya hemû salan pîroz be. Îro Efxanistanî, Îranî û Kurd, li Kanadayê û temamê cîhanê ahenga cejna Newrozê bi xweşî û şadî dikin. Di vê Newrozê de malbat li ser maseyekê li cem hem kom dibin û nan dixwin û stranan guhdarî dikin û ji karên xwe çêj werdigrin.”

Justin Trudeau diyar dike: “Ev Newroz, gelek cuda ye. Ji ber vîrusa Koronayê em nikarin gelek nêzîkî hev bibin, divê haya me ji rênimayên tendirustiyê hebe, da ku di Newrozeke din de em hev du bibînin, divê em rênimayên tendirustiyê cîbicî bikin.” <>