Serokwezîrê Kuweytê Sêx Nasir Sebah koça dawî kir

20 December 2020 22:13 0 dîtin
Serokwezîrê Kuweytê Sêx Nasir Sebah koça dawî kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Kuweytê Şêx Nasir Sebah el Ehmed el Sebah, îro 20ê Kanûna 2020an, di 72 saliya xwe de koça dawî kir.

Şêx Nasir Sebah el Ehmed el Sebah kurê mezin ê Kuweytê Şêx Sebah el Ehmed el Sebah e sala 1948an ji dayik bûye û îro di 72 saliyê de koça dawî kiriye.

Merasîma cenazeyê Serokwezîr Şêx Nasir Sebah el Ehmed el Sebah îro li Kuweytê birêve diçe.

Serokwezîrê Kuweytê Şêx Nasir Sebah el Ehmed el Sebah, beriya serokwezîriyê, postên Wezîrê Bergiriyê, Wezîrtiya Karubarên Dîwana Şahane û rawêjkariya Welî Ehd kiriye.