Sêwirmenda berê ya Merkel bû sêwirmendê sereke yê aborî yê Kiliçdaroglu!

01 December 2022 13:01 0 dîtin
Sêwirmenda berê ya Merkel bû sêwirmendê sereke yê aborî yê Kiliçdaroglu!

PeyamaKurd – Jeremy Rifkin, şêwirmendê berê yê serokwezîra berê ya Almanya Angela Merkel, bû şêwirmendê aborî yê serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu.

Li Tirkiyê 6 meh beriya hilbijartinan him hikûmet û him jî opozîsyon lez dan xebatên xwe yên hilbijartinê.

Li ser maseya 6 alî nezelaliya namzedê serokomariyê û helwestên hevpar ên bê nîqaş dewam dike, derketina Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ya 3ê Kanûnê jî di rojevê de ye.

Kiliçdarogluyê ku di her du civînên koma dawîn da bal kişand ser 3yê Kanûnê û li ser medyaya civakî gelek caran ev roj bi bîr xist, tê payîn ku di roja navborî de polîtîkayên xwe yên aborî û xebatkarên xwe eşkere bike. Di vê çarçoveyê de navên aborînasên hêja yên ku wê di kadroyê de cih bigirin, di paşperdeyê de têne gotin.

Şêwirmendê berê yê Merkel bû şêwirmenda sereke

Navê herî balkêş di kadroyên aboriyê de, ku tê payîn Kiliçdaroglu eşkere bike, yek ji şêwirmendên serokwezîra berê ya Almanyayê Angela Merkel Jeremy Rifkin e.

Nivîskarê Amerîkî Rifkin ku wek bavê têgeha Şoreşa Pîşesaziya Sêyemîn tê dîtin, di siyaseta Şoreşa Pîşesazî ya 3. de şêwirmenda serokwezîra berê ya Almanyayê Angela Merkel bû.