SÎHAya Tirk li Kobanê du otomobîl bombebaran kir

30 July 2021 18:19 0 dîtin
SÎHAya Tirk li Kobanê du otomobîl bombebaran kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Înê balafireke bi çek a bêmirov ya Tirkiyê (SÎHA) li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê du otomobîl bombebaran kirin.

Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên herêmê, îro 30yê Tîrmehê balafireke bêmirov a artêşa Tirkiyê li gundê Qomçî yê li ser rêya Kobanê-Helebê, 2 otomobîlên sivîlan bombebaran kirin.

Hat zanîn ku di encama bombebaranê de zirarên madî gihîştine her du otomobîlan ti ziyaneke canî çênebûye.