Silêmanî | SÎHAya Tirk li Ranyayê otomobîlek bombe kir

01 August 2022 14:24 0 dîtin
Silêmanî | SÎHAya Tirk li Ranyayê otomobîlek bombe kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 1ê Tebaxê droneke bi çek (SÎHA) ya artêşa Tirkiyê, li ser rêya Çar Qurne-Raniye ya girêdayî Silêmaniyê otomobîlek kir armanc ku tê gotin, endamên PKKê tê de bûn.

Li gorî zanyariyên destpêkê, du kes di wê otomobîlê de bûn û di êrîşa SÎHAyê de kesek birîndar bûye û kesê din jî aqûbeta wî hîn nediyar e.

Hîn agahiyên zelal derbarê bûyerê de nehatine belavkirin, lê belê beriya niha jî çend caran SÎHAyên Tirk êrîşî otomobîlên PKKê kiribûn û bûbûn sedema kuştina hejmarek berpirs û endamên PKKê.