Artêsa Tirkiyê bi dronekê otomobîlek bombebaran kir: 4 kes hatin kustin

28 July 2022 12:32 0 dîtin
Artêsa Tirkiyê bi dronekê otomobîlek bombebaran kir: 4 kes hatin kustin

PeyamaKurd – Hêzên Asayîşa Navxwe yên Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, di êrîşa asmanî ya li dijî otomobîlekê de li Eyn Îsayê, 4 endamên wan can dan.

Hêzên Asayîşa Navxwe yên Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kir, droneke Tirkiyê li Eyn Îsayê karmendên hêzên ewlekariyê bi armanc girtin.

Herwiha Hêzên Asayîşa Navxwe yên Rojavayê Kurdistanê destnîşan kir, di wê êrîşê de, Beşar Mihemed Elî Bozan û Cîhan Mihemed Mistefa, Sara Mihemed El-Hisên û Selma Elî Mistefa can dan.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Di bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li Eyn Îsayê de, 4 endamên hêzên me şehîd bûn. Ji ber bêdengiya navneteweyî li hember êrîşên dubare yên dagirkeriya Tirk li ser herêmên me, êrîşên dewleta Tirk a dagirker berdewam dikin. Vê sibehê balafirên bêmirov hêzên me yên li Eyn Îsayê dema ku erka xwe pêk dianîn, kirin hedef. Di encamê de endamên me Beşar Mihemed Elî Bozan û Cîhan Mihemed Mistefa, Sara Mihemed El-Hisên û Selma Elî Mistefa şehîd bûn.”

Hêzên Asayîşa Navxwe yên Rojavayê Kurdistanê herî dawî da zanîn, êrîşên bi vî rengî ji wan re nabin rêgir ku ew erka xwe ya parastina xelkê herêmê cîbicî nekin.