Silêmanî | 7 kesên din pê ketin, bi sedan kesên bi qaçaxî hatine neketine qerentîneyê
PeyamaKurd - Rêveberê Tenduristîya Silêmanîyê ragihand ku 7 haletên din ên tûşbûyên vîrûsa korona hatine tomar kirin û bi sedan kesên bi qaçaxî vegerîyane jî nehatine qerentînekirin ku têkilî nav xelkê bûne.
Rêvebiriya Tenduristiya Silêmaniyê bal kişand ser ku vê yekê rewş metisîdar kiriye, lê heta niha rewş li di bin kontrolê de ye û daxwaz dikin kesên ku guman li ser wan hene peywendîyê bi tîmên tenduristîyê re bikin.
Herwiha hat diyarkirin ku dê li Silêmaniyê rêkarên bo vîrûsê werin tundkirin û divê xelk pabend be.
Rêveberiya Tenduristiya Silêmaniyê da xuyakirin, balafireke guman li ser heye hatiye Silêmaniyê û ew dê ji bo pişkinînê bang li kesên di wê balafirê de bûn bikin û divê bikevin bin çavdêriyê.
Mamosteyê olî yê ku hefteya borî ji covid-19 can dabû jî hat bibîrxistin û ji kesên çûna taziyeya wî hat xwestin serdana komîteyên pişkinînê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin