Li Silêmanîyê 101 kesên din bi koronayê ketin û kesekî jî can da

31 May 2020 22:37 0 dîtin
Li Silêmanîyê 101 kesên din bi koronayê ketin û kesekî jî can da

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê amarên dawî yên vîrusa koronayê bi daxuyaniyekê ragihand. Li gorî daxuyaniyê îro hejmara herî zêde ya tûşbûyên vîrusa koronayê hatine tomarkirin.

Herwiha li gorî çavkaniyekî ji Silêmaniyê kesekî temenê wî 75 salî yê û rûniştvanê nehiya Bazyan a qezaya Çemçemalê, li nexeweşxaneya Şar a Silêmanîyê ji ber nexweşiya koronayê can daye ku Wezareta Tenduristîyê jî ew nûçe piştrast kir.

 Di ragehandina  Wezareta Tendurisstîya Herêmê hatîye , li bajarê Silêmanîyê tûşbûyekê Koronayê canê xwe ji dest da ku temenê wî 70 sal bû û rûniştvanê qezaya Çemçemal e.

Daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê wiha ye:

Zêdetirîn hejmara tûbûyan bi Koronayê li Herêma Kurdistanê hate tomarkirin.

Li berdewamîya pişkinînan û geryana li dûv gumanlêkirîyan, 101 tûşbûyên din bi Vayrosa Koronaya Nû COVID- 19 li parêzgeha Silêmanîyê hatin destnîşankirin, ku jin, zilam, keç û kur in ji hemû temenan. 6 ji wan berkeftîyên tûşbûyên berê ne û 2 tûşbûyî jî,  berê geşt kirine û 90 kesan jî nîşanên nexweşîyê hebûne û encamên pişkinînên wan erênî derketîye.

51 ji wan rûniştvanên Pênciwîn in

42 rûniştvanên Silêmanîyê ne.

3 Warmaw

1 Kelar

1 Kifrî

1 Xaneqîn

1 parêzgeha Helebce

1 jî rûniştvanê bajarê Bexdaye.

 Wezareta Tenduristîyê

31/5/2020