Li Rojavayê Kurdistanê 112 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin kesekî jî can da

08 October 2020 12:21 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê 112 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin kesekî jî can da

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, 112 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û kesekî jî can da.

Li gor Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa, li Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê, li navçeyên Rêveberiya Xweser di nava rojekê de 112 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin, 30 kes li Dêrikê, 26 kes li Hesekê, 21 kes li Qamişlo, 13 kes li Girkê Legê, 4 kes li Tirbesipiyê, 3 kes li Rimêlanê, 3 kes li Amûdê, 2 kes li Til Temirê, 6 kes li Dêrazorê û 4 kes li Reqayê ne.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser destnîşan kir, di 24 saetên dawî de kesekî li Hesekê ji ber Koronayê can da û 14 pêketiyên Koronayê jî ji wê vîrusê baş bûn.

Li gor amarên Desteya Tendirustiyê, li navçeyên di bin desthilata Rêveberiya Xweser  yê li Rojavayê Kurdistanê û bakur rojhilatê Sûriyê, heta niha hezar û 2158 kes bi Koronayê ketine û ji wê hêjmarê 74 kesan can dane û 530 kes jî ji wê vîrusê baş bûne.