Li Rojava 15 kesên din bi koronayê ketin û kesekî din can da
PeyamaKurd - Li herêmên bin desthilata Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê 15 kesên din bi vîrusa koronayê ketin ku doh jî kesekî can dabû.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di nava 24 demjimêran de 15 tûşbûyên nû yên vîrusa koronayê li herêmên Rêveberiya Xweser hatine tomarkirin ku 6 li Hesekê, 5 li Qamişlo û 4 jî li Şehbayê ne.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku yek haleta mirina bi vîrusa koronayê hatiye tomarkirin ku ew jî li Hesekê bû û herwiha diyar kir ku 5 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûne.
Bi vî awayî hejmara pêketiyên li Rojava gihîşt 101 kesan û hejmara miriyan jî bûye 5 kes.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin