Rojava | 25 kesên din koronayê ketin û kesekî wefat kir

11 January 2021 17:25 0 dîtin
Rojava | 25 kesên din koronayê ketin û kesekî wefat kir

PeyamaKurd – Desteya Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê ragihand ku li herêmên Rêveberiya Xweser 25 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û kesek jî jiyana xwe dest daye.

Di daxuyaniya bi navê Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ya îro 11ê Çile de, hat ragihandin ku ji 25 haletên pêketina koronayê yên 24 saetên borî, 5 kes li Hesekê, 3 kes li Qamişlo, 5 kes li Dêrikê, 3 kes li Kobanê, 4 kes li Reqayê, 1 kes li Minbicê û 1 kes li Şehbayê ne.

Herwiha diyar kir ku 5 kesên din ji nexweşiyê baş bûne.

Bi vî awayî hejmara pêketinên koronayê li Rojavayê Kurdistanê gihîşt 8252 kesan, 1163 kes baş bûne û 284 kes jî pê mirine.