Li Rojavayê Kurdistanê 27 kesên din bi Koronayê ketin kesekî jî can da

13 August 2020 11:18 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê 27 kesên din bi Koronayê ketin kesekî jî can da

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê di 24 saetên borî de, 27 kesên din bi Korona ketin û kesekî jî bi Koronayê can da.

Li gor Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser îro di daxuyaniyekê de ragihand, 27 kesên din li herêma Şehbayê bi vîrûsa Koronayê ketine.

Herwiha diyar kir, kesên nû bi Koronayê ketine, 23 kes li herêma Cizîrê ne û 4 kes jî li herêma Şehbayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa da zanîn, pêketiyekî Koronayê yê 70 salî can da.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi Korona ketine gihişt 171 kesan û heta niha 8 kesan jî can dane.

Her çiqas vîrûsa Koronayê li Rojavayê Kurdistanê dereng belav bû jî, di çend rojên borî de, hejmara haletên pêketina bi wê vîrûsê, zêde bûne.