Sîn Bet stargeha binerd dixe xizmeta hikûmeta Îsraîlê

05 August 2024 20:02 0 dîtin
Sîn Bet stargeha binerd dixe xizmeta hikûmeta Îsraîlê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Saziya Îstixbarata Navxwe ya Îsraîlê Şîn Betê ji ber îhtimala êrîşeke berfireh a Hizbullah û Îranê stargeha binerdî amade kiriye ji hikûmeta Îsraîlê re.

Li gorî nûçeya malpera Walla, di stargeha ku li Qûdsê (Orşelîm) ye de, amadekarî hatine kirin ku navenda fermandariya giştî ya kontrolê, Serokwezîr Binyamîn Netanyahû û rayedarên payebilind tê de karê xwe bikin.

Hatiye diyarkirin ku ew stargeh 20 sal berê hatiye avakirin û wê piştî şerê Xezeyê yê 7ê Cotmeha 2023yan dest pê kiribû cara yekem were bikaranîn.

Hate ragihandin ku wê ew stargeha girêdayî Wezareta Berevaniyê, ger şerekî mezin rû bide pêwendiyê ligel biryargeha artêşa Îsraîlê û Navenda Rêveberiya Netewî re pêk bîne.