Sînan Ogan pistgiriya xwe bo Erdogan ragihand: Me HDP ji rola kilît derxist!
PeyamaKurd – Namzedê hilbijartinên serokomariyê yê 14ê Gulanê Sînan Ogan ku kampanyayeke nijadperestîya Tirk meşandibû û bi rêjeya %5,2yê dengan hiştibû hilbijartina serokomariyê bimîne gera duyem, îro 22yê Gulanê namzedê ku di gera duyem a 28ê Gulanê piştgiriya wî bike eşkere kir.
Sînan Ogan, di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand ku ew dê ji bo gera duyem a hilbijartinên serokomariyê piştgiriya Recep Tayyip Erdogan bike.
Ogan got ku ew di kampanyaya xwe de bi ser ketine û niha hem opozîsyon hem jî deshilat hatiye ser gotina wan ku HDPê ji rola kilît hatiye derxistin.
Sînan Ogan piştgiriya xwe ya bo Erdogan jî wiha ragihand: "Piştî danûstandinên li ser prensîban derket holê ku gera duyem a 28ê Gulana 2023yan xwedî girîngiyeke krîtîk e. Em bi herdu hevpeymaniyan re jî axivîn. Me ji bo gera duyem biryar da ku piştgiriya namzedê Tifaqa Cumhur Recep Tayyip Erdogan bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin