Siûdiyê êrîsa li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê sermezar kir

16 April 2021 12:29 0 dîtin
Siûdiyê êrîsa li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê sermezar kir

PeyamaKurd – Wezareta Karûbarên Derve ya Siûdiyê, êrîşa Çarşemê ya li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê şermezar kir û weke “êrîşeke sitemkar” bi nav kir.

Li gor Wezareta Karûbarên Derve ya Siûdiyê di daxuyaniyekê de dibêje: “Em bi tundî êrîşa li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê li Herêma Kurdistanê şermezar dikin.”

Herweha da zanîn, bi hemû şêweyê wê êrîşa sitemkar red dikin û weke gefekê li ser aramiya Iraqê û navçeyê, çûnûhatina balafirvaniyê û hewlên Hevpeymaniya Navdewletî ji bo rûbirûbûna terorê binav kir.

Wezareta Karûbarên Derve ya Siûdiyê eşkere dike, ew bi temamî piştgîriya xwe ji bo Iraqê tekez dikin û hemû şêwazên tundûtîjî û terorê red dikin.