Siyasetmedarên Tirkmen û Erebên Kerkûkê daxwaza bipasxistina hilbijartinan kirin
PeyamaKurd - Hejmarek parlamenterên ereb û tirkmen ên Kerkûkê, daxwaza paşxistina hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê kirin.
Hejmarek parlamenterên ereb û tirkmen îro Çarşemê li Kerkûkê civîneke çapemeniyê de daxwaza paşxistina hilbijartina pêşwext a Kerkûkê ji bo hefteyek piştî dema hatîye diyar kirin a Parlamentoya Iraqê kirin.
Parlamenterên tirkmen û ereb dibêjin rewşa ewlehiya Kerkûkê bi giştî û bajarokê Daqûqê jî bi taybet xirabe û dest nade ji bo hilbijartinê. Baskê komîsyona bilind a serbixwe ya hilbijartinên Iraqê jî ne bê alî ye.
Berpirsê baskê Kerkûkê yê Tevgera Hîkme Necat Hesen jî li ser vê daxwazê ragihand, parlamenterên tirkmen û ereb ên Kerkûkê bingehê wan ê girseyî kêm bûye û hemû ditirsin ku di vê hilbijartinê de dernekevin, ji ber wê jî daxwaza paşxistina hilbijartinê dikin.
Necat Hesen got, ew parlamenterên tirkmen û ereb behaneyan ji xirabiya rewşa ewlehiyê digrin ku hilbijartin bên paşxistin. Lê behaneya xwe ya rast nabêjin, tirsa wan ji sernekeftinê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin