Li Kerkûkê Tirkmen daxwaza dûrxistina Rakan Cibûrî dikin
PeyamaKurd - Tirkmenên Kerkûkê daxwaza durxistina Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî dikin.
Li gor Tirkmenên Kerkûkê, Rakan Cibûrî di navbera pêkhateyan de bûye pirsgirêk û gefê li aştiya civakî dixwe û divê ji kar were dûrxistin. Herwiha Cibûrî bi nedana mafê Tirkmenan tohmetbar dikin û li gor wan ew bi erebkirina Kerkûkê ve mijûl e. Li cem Tirkmenan, Kurd jî ji vê rewşê nerazî ne û daxwaza guhertina îdareya Kerkûkê dikin.
Piştî 16ê Cotmehê, ev cara ewil e ku Tirkmen li derveyî partiyên xwe, daxwaza dûrxistina Rakan Cibûrî dikin.
Tirkmenên Kerkûkê çendîn dirûşm bilind kirin ku hemû li dijî Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê ne, ew gihiştine wê baweriyê ku divê ji nûnerên xwe daxwaz bikin ku li gel Kurdan li hev bikin û Rakan Cibûrî ji kar dûr bixin.
Rewşa Kerkûkê ku bi ser pêkhateyên wî bajarî de hatiye sepandin, ne bi dilê Kurdan e. Heta niha rayedarên Kurd çend car hewl dane ku li gel siyasetmedarên her du pêkhateyên Ereb û Tirkmen îdareya bajêr biguherînin, lê belê negihiştine encamekê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin