SOHR: Bi êrîsên asmanî 6 DAISî hatin kustin 11 jî birîndar bûn

16 February 2022 20:35 0 dîtin
SOHR: Bi êrîsên asmanî 6 DAISî hatin kustin 11 jî birîndar bûn

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama êrîşa balafirên şer ên Rûsyayê de, 6 DAIŞî hatine kuştin û 11 jî birîndar bûne.

SOHRê daye xuyakirin ku balafirên şer ên Rûsyayê binkeyên çekdarên DAIŞê yên beyara Sûriyê li herêman sêgoşeya Heleb-Hema-Reqa, beyara Resafe, derdora çiyayê El-Bişrî û rojhilatê Himsê bombebaran kirine,

Hat diyarkirin ku di encama bombebaranê de, 6 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn.

Li gorî SOHRê balafirên Rûsyayê ji destpêka meha Sibatê ve, 440 caran êrîş birine ser herêmên cuda yên çoltera Sûriyê.