Di 45 êrîsên asmanî yên rûsî de 6 DAISî hatin kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafirên Rûsyayê li çolistana Sûriyê, 45 êrîşên asmanî pêk anîne ku di êrîşên balafirên şer de 6 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) di saetên borî de balafirên şer ên Rûsyayê zêdetî 45 êrîş li herêma Cebel El-Beşerî ya di navbera Reqa-Dêrazorê û gundewarê rohilatê Hemayê de û deverên li çola El-Sexnê ya li rojhilatê Humisê pêk anîn.
SOHRê diyar kir ku di êrîşan de herî kêm 6 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Doh jî SOHRê dabû xuyakirin ku di kemîneke bombeyî ya DAIŞê de, li herêma Cebel El-Emûr a li rojavayê herêma El-Sexnê 7 leşkerên rejîma Sûriyê hatine kuştin û 18 jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin