Wezîrê Tirk: Di êrîsên asmanî de 150 çekdarên PKK û HSDê hatine kustin

09 October 2023 17:26 0 dîtin
Wezîrê Tirk: Di êrîsên asmanî de 150 çekdarên PKK û HSDê hatine kustin

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler, di merasîma vekirina sala nû ya xwendinê li Zanîngeha Berevaniyê de axivî û derbarê êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê de daxuyanî dan.

Yaşar Guler got ku di êrîşên asmanî yên Tirkiyê de zêdetirî 150 çekdarên PKK û HSDê hatine kuştin û wiha axivî: “Me di 1, 3 û 4ê Cotmehê de li Iraqê û di 5, 6 û 8ê Cotmehê de jî li Sûriyê bi piştgiriya hêzên bejayî, operasyonên asmanî yên berfireh pêk anîn. Operasyonên me serkefî bûn û di operasyonan de zêdetirî 150 çekdar hatin kuştin.”

Guler herwiha got ku dê êrîşên wan bi bandortir berdewam bikin.

Hêjayî gotinê ye, piştî ku PKKê êrîşa li ser Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li Enqereyê, girtibû ser xwe, Tirkiyê dest bi êrîşên berfireh ên asmanî li ser Rojavayê Kurdistanê kirin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ragihandibû ku ti pêwendiya wan bi wê êrîşê nîne û êrîşkar jî ji Rojavayê Kurdistanê neçûne Enqereyê.

Li gorî amarên HSDê Tirkiyeyê di 72 demjimêran de, zêdetirî 145 cihên ewle, westgehên elektirîk, enerjî û avê, nexweşxane û dibistan bombebaran kirin û heta niha hejmarek kesan jî can daye û birîndar bûne.