SOHR: Li Libyayê 190 çekdarên Sûrî hatin kustin, 300ê din jî hatin sandin
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku 190 çekdarên girêdayî Tirkiyê yên Sûrî di şerê Lîbyayê de hatine kuştin. Li gorî SOHRê Tirkiyê hejmareke din çekdar dişîne Libyayê.
SOHRê ragihand ku Tirkiye beşeke nû ya komên çekdar ji Sûriyê dişîne Lîbyayê daku ligel "Hikûmeta Wîfaq Wetenî" li dijî Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê şer bikin.
SOHRê da xuyakirin ku li gelek eniyên Lîbyayê di navbera herdu aliyan de şerên giran rû didin û herî dawî 8 çekdarên Sûrî di şer de hatine kuştin û hejmara çekdarên Sûrî yên di şerê li Lîbyayê de hatine kuştin gihîştiye 190 çekdaran.
Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê jî ragihandiye ku di nava çend saetên borî de 5 çekdarên Sûrî hatine girtin.
SOHRê diyar kir, beşeke nû ku bi kêmanî ji 150 endamên koma "Sultan Murad" pêk tê û berî çend rojan ji navenda bajarê Efîrnê derketiye, bi otobusan gihîştine sînorê Tirkiyê daku wan bişînin Libyayê.
Herwiha bi dehan komên din jî ji bajarên Cerablus û Babê gihîştine cihê kombûnê yê li herêma Hewar Kilisê.
SOHR got: "Derdora 300 çekdarên Sultan Murad, Lîwa Siqûr El-Şemal û Feyleq El-Şam roja înê gihîştin Lîbyayê. Hejmara çekdarên Sûriyê yên li Lîbyayê bi giştî gihîşt 5 hezar û 50 kesan. Hejmara komên çekdar ên gihîştine baregehên Tirkiyê ji bo perwerdeyê jî gihîşt derdora hezar û 950 kesan."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin