SOHR: Li Serê Kaniyê komên çekdar pev çûn, 4 malbat koçber bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin, di navbera komên çekdar de alozî derketiye û pev çûne.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR), derengiya şeva borî komên çekdar pev çûne û heta sibehê jî li gundên Mebrûka, Mehmûdiyê û Qasimiyê yên Serê Kaniyê, pevçûn berdewam kiriye.
Hat diyarkirin ku ji ber êrîşên çekdaran 4 malbatên Ereb ji gundê xwe koçî bajarê Hesekê kirine û çekdaran bi hinceta ku pêwendiya wan bi HSDê re heye jî kelûpelên malbatekê jin wan dizî ne.
Li gorî çavkaniyên herêmê li gundê Rîhaniyê jî hin çekdarên serxweş, gule li du jinan reşandin û di encama aloziya navbera xelkê Rîhaniyê û çekdaran de jinek birîndar bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin