SOHR-SANA: Rejîma Sûrî bajarokê stratejîk car din kontrol kir
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) û Ajansa Fermî ya rejîma Sûriyê SANAyê ragihandin ku hêzên artêşa Sûriyê careke din bajarokê Seraqib ê stratejîk bi dest xistine.
Çavkaniyên herêmê radigihînin ku piştî ku rejîmê îro Duşemê Seraqîb ji nû ve kontrol kiriye, operasyona rejîma Sûriyê berdewam dike û şerekî giran di navbera hêzên artêşa Tirkiyê-komên çekdar û wan de diqewime.
Herwiha doh jî hatibû ragihandin ku artêşa rejîma Sûriyê derbasî bajarokê Serqib bûye û piştî şerekî giran taxên rojava, başûr û rojhilat bi dest xistine.
Li gorî SOHRê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê jî ber bi devera Kefrenbilê bipêş ve diçin û di pevçûnên li nêzî gundê Qiminasê jî hejmarek leşkerên tirk birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin