Soygu: Rûsya erdên xwe yên li Ukraynayê berfireh dike

26 December 2023 22:04 0 dîtin
Soygu: Rûsya erdên xwe yên li Ukraynayê berfireh dike

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu, di civîna ligel rayedarên leşkerî yên rûsî de derbarê şerê dagirkirina Ukraynayê da agahî dan.

Li gorî medya rûsî Şoygu daye xuyakirin ku Rûsya erdên di destê xwe de yên li Ukraynayê berfireh dike û erka rêgirtina êrîşa hicûmê ya artêşa Ukraynayê jî hatiye bicihanîn.

Herwiha Şoygu diyar kiriye ku ji her alî ve ew li Ukraynayê pozîsyonên xwe bi avantaj li Ukraynayê diparêzin û erdên di bin kontrola xwe de jî berfireh dikin ku operasyona taybet a leşkerî ber bi armancên xwe ve bipêş ve diçe.