Soygu, yekîneya leskerî ya li Ukraynayê kontrol kir

04 August 2023 13:31 0 dîtin
Soygu, yekîneya leskerî ya li Ukraynayê kontrol kir

PeyamaKurd- Wezîrê Parastinê yê Rusyayê Sergey Şoygu, navenda fermandariya koma leşkerî ya ku beşdarî şerê li Ukraynayê bû, kontrol kir.

Di daxuyaniya ku ji aliyê wezaretê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Sergey Şoygu di kontrola ku li navenda fermandariyê kir de di derbarê rewşa heyî û performansê de ji fermandarên yekîneyan rapor wergirt.

Hat diyarkirin ku Şoygu spasiya leşkeran kir ku li ser xeta Krasno û Limansk êrîşeke serkeftî kir û li Ukraynayê cihên girîng girtin.

Hat destnîşankirin ku di wesayîtên zirxî yên ku welatên rojavayî ji Ukraynayê re şandine de parçeyên berdest, alav û amûrên din tunene û hat gotin ku ev kêmasî nekariye bilez alavên leşkerî yên rojavayî li qadên şer tekûz bikin.