Soylu bersiva Tanrikulu da: Konser û sanoyên Kurdî çima têne qedexekirin?
PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, bersiva pirsnameya Parlemanterê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu ku derbarê qedexekirina konser û şanoyên Kurdî yên demên dawî da.
Sezgîn Tanrikulu, piştî qedexekirina konsera hunermenda Kurd Pervin Çakar pirsnameyek da Parlamentoya Tirkiyê û tê de, xwest Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu bersiva wê bide, bê ji bo çi di nav 6 salên borî de bi dehan konserên Kurdî hatine qedexekirin.
Soylu di bersiva pirsnameya Tanrikulu de got: “Li gor xala 11 a Yasaya Rêveberiya Bajaran a hêjmar 5442, Walî di nav sînorên bajêr de taybet û giştî berpirsê hemû hêz û rêxistinê ye. Tedbîrên pêwîst digre daku rê li tawanan bigre û aramî û ewlekariya civakê biparêze. Li ser vê bingehê biryarê dide hemû hêzên ewlekariyê û saziyên dewletê û ew jî berpirs in ku yekser van biryaran bicih bikin. Li ser vê bingehê çalakiyek ku pergala civakê û ewlekariya wê têk bide yan jî îhtimala têkdanê hebe ji bo 15 rojan tê qedexe kirin.”
Soylu herwiha îdia kir: “Ev biryar ne ji bo destwerdana awayê jiyanê ye, lê berevajî wê parastina awayê jiyana welatiyan û ewlekariya wan e.”
Piştî bersiva Soylu, Tanrikulu jî got: “Ji bo qedexekirina konser û şanoyên Kurdî bi awayekî fermî eşkere neke bersiveke wiha da. Ev bersiv îtirafkrina wê yekê ye ku pêşanî me dide ka zimanê Kurdî di bin zexteke çawa de ye.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, di demên dawî de, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê konserên hunermendên wek Aynûr Dogan, Mem Ararat, Metîn-Kemal Kahraman hatin qedexekirin û herwiha meha Gulanê jî ji ber di repertuwara wê de stranên Kurdî hebûn li Zanîngeha Atruklu ya Mêrdînê cih bo hunermenda Kurd a Soprano Pervin Çakar nehatibû dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin