Stenbol | Bi armanca pistgiriya xwepêsandanan welatiyên Îranî civiyan

01 October 2022 10:40 0 dîtin
Stenbol | Bi armanca pistgiriya xwepêsandanan welatiyên Îranî civiyan

PeyamaKurd – Li Stenbolê welatiyên Îranî bi armanca piştgiriya xwepêşandanan, li pêş Balozxaxaneya Îranê civiyan.

Li gor zanyariyan, hinek bi berçavkên reş û maske beşdar bûne, ji ber weke ew bi xwe dibêjin, ji Îranê reviyane lê her tirsa wê di dilê wan de ye û eşkere dikin, gelek kes newêrin werin xwepêşandanan ji ber ku li Îranê diçin ser malbatên wan û gefê li wan dixwin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 14 roj in berdewam in, ku 16ê Îlonê piştî can jidestdana Jîna Emînî li Seqîzê destpê kirin. Pişt re li nêzîkî 80 bajar û navçeyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bûn.

Herwiha li gor amarên fermî, ji ber aloziyên di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de heta niha li Rojhilatê Kurdistanê 17 kesan can dan û li tevahiya Îranê bi giştî 54 kesan can dan. Ev ji bilî desteserkirina bi sedan kes ên li Rojhilatê Kurdistanê û li tevahiya Îranê zêdetir ji 2 hezar û 500 kesan.