Îsraîlê hisyarî da welatiyên xwe yên li Stenbolê: Bilez derkevin!

13 June 2022 18:04 0 dîtin
Îsraîlê hisyarî da welatiyên xwe yên li Stenbolê: Bilez derkevin!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid, hişyariyeke lezgîn da welatiyên îsraîlî yên li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê û xwest, bilez ji Tirkiyê derkevin.

Beriya niha piştî kuştina fermandarekî payebilind ê Îranê Hesen Seyîd Xudayî li navenda Tehranê, hatibû ragihandin ku Îranê ji bo welatiyên Îsraîlê yên li welatên cîran tîmên revandin û kuştinê şandin.

Çend roj berê jî rêveberiya Îsraîlê hişyarî dabû welatiyên xwe ku ji ber nebûna ewlehiya wan serdana Tirkiyê nekin.

Herî dawî jî rayedarên îsraîlî dabûn xuyakirin ku hewldana êrîşa revandina welatiyên Îsraîlê li Tirkiyê hatiye pûçkirin.