Stoltenberg: “Me di ser 5 mîlyar dolarî de alîkarî daye Tirkiyê”

09 March 2020 23:14 0 dîtin
Stoltenberg: “Me di ser 5 mîlyar dolarî de alîkarî daye Tirkiyê”

PeyamaKurd- Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan li Brukselê bi sekreterê giştî yê NATO yê bi Stoltenberg re civiya û piştî civînê, civînaka çapemeniyê lidarxist. Axaftinên Erdoğan di vê çarçoveyê de weha ye:

“NATO di dewreka krîtîk ya wisa de ye ku divê hevkariya xwe bi awayeka zelal nîşan bide. Awrûpa nikare li hemeberê drama Sûriyê bêdeng bimîne.Hîç welatekî Awrûpayê xwediyê wê luksê nîne ku li hemebrê şerê li Sûriyê û drama mirovî, bêdeng bimîne. Em tekane endamê NATO yê ne ku li hemberê DEAŞê têdikoşin û şehîdan didin. Daxwaza me ji NATO yê ew e ku bo bergiriya me tedbîran bicîh bînin. Em qewetê didin NATO yê û NATO qewetê dide me. Ez bawerim wê NATO di rojên pêşde destekê bide me.”

Stoltenberg jî di axaftina xwe de got ku Tirkiye hevkarekî NATO yê yê girîng e. Alîkariyê dide ewlekariya NATO yê û weha dewam kir:

“ Agirbesa li Idlibê dewam dike û bûyerên şiddetê kêm bûne. Tirkiye yekemîn welate ku ji bûyerên şiddetê û tevliheviyan bandorê digre. Hîç hevkarekî me ew çend bandorê nediye. NATO bi gelek tedbîrên xwe alîkariyê dike. NATO di ser 5 mîlyar dolarî de alîkariya leşkerî daye Tirkiyê. Ev hemû nîşan didin ku NATO girêdayê soza xwe ya desteka ewlekariyê ye. Tirkiye bo 4 mîlyon koçberan mazûrvaniyê dike. Barê Tirkiyê girane û em dizanin. Divê Tirkiyê bo çareseriyeka demdirêj çi bikeve ser milên wê bike. Krîz ya hevkare û divê çareseriyeka hevkar bêkirin.”

Erdoğan her weha wê bi rayedarên Yekîtiya Awrûpayê re jî were cem hev da bo koçberan dermanekî bibînin.