Stoltenberg: Serê Ukraynayê veguheriye serê cebilxaneyê
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ji bo peydakirina topên ji bo Kievê peymanek 1,2 milyar dolarî îmze kir.
Jens Stoltenberg bal kişand ser girîngiya zêdekirina hilberîna cebilxaneyên ku ji Ukraynayê re bên şandin.
Stoltenberg di daxuyaniya xwe de wiha got: “Pêdivî ye ku em hilberînê zêde bikin da ku piştgirî bidin ( vî welatî) di warê rêjeya mezaxtina cebilxaneyê de ku em li Ukraynayê dibin şahid û hewcedariyên ku em dibînin. Tiştê ku welatên endamên NATOyê dikin ev e.”
Stoltenberg duh (Sêşem) piştî merasîma li baregeha NATO ya li Brukselê ku tê de girêbestek bi buhayê 1.2 milyar dolarî ji bo kirîna bi sed hezaran topên ku tê plankirin hin ji wan ji Ukraynayê re bên şandin hat îmzekirin, daxuyanî da.
Sekreterê Giştî yê NATOyê di daxuyaniya xwe de pirsgirêka kêmbûna cebilxaneyan anî ziman û got, "Şerê li Ukraynayê veguherî şerê cebilxaneyê."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin