Sûdan | HDKê agirbesta "yekalî" ya 2 rojan îlan kir

27 June 2023 09:59 0 dîtin
Sûdan | HDKê agirbesta "yekalî" ya 2 rojan îlan kir

PeyamaKurd Fermandarê Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) Muhammed Hamdan Dagalu ku ji 15ê Nîsanê û vir ve li Sûdanê bi artêşê re di nav pevçûnan de ye, agirbesta "yekalî" ya 2 rojan a ku wê îro destpê bike ragihand.

Dagalu di qeyda dengî ya ku li ser hesabê xwe yê Facebookê de wiha got: "Em ji xeynî rewşên xweparastinê di şeva eydê û roja eyda Qurbanê da agirbesta yekalî îlan dikin."

Dagalu hêvî kir ku rojên eydê ji bo lihevhatina gelê Sûdanê bibe firsend.

Herî dawî Dagalu anî ziman ku wan şert û mercên giran ên mirovî yên ji ber şer derketiye holê hîs kirine û got, "Em hêvîdar in ku em ê bi yekîtî û bi hêztir ji şer derkevin."