Cameron: Me pêsniyaza agirbesta 40 rojan li Hemasê kir

30 April 2024 12:44 0 dîtin
Cameron: Me pêsniyaza agirbesta 40 rojan li Hemasê kir

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Brîtanyayê David Cameron ragihand ku wan pêşniyaza bi şertê bergîdana dîlên Îsraîlî, serbestberdana bi hezaran girtiyên Filistînî, daxwaza agirbesteke 40 rojî li Hemasê kirine. 

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Cameron, beşdarî Foruma Aborî ya Cîhanê ya ku îsal yekem car li derveyê Davosê, li paytexta Erebistana Sihûdî Riyadê pêk hate bû.

David Cameron di rûniştina xwe ya forumê de di derbarê şerê li Xezzeyê yê di navbera Îsraîl û Hemasê de dom dike de van agahiyan da: 

“Bi bergidana azadbûna dîlên Îsraîlî, serbestberdana bi hezaran girtiyên Filistînî, ji bo agirbesteke 40 rojî pêşniyazek ji bo Hemasê hate kirin. Hêvîdar im Hamas vê pêşniyazê erênî pêşwazî bike. Divê herkes ji bo qebûl bike zextê li Hemasê bike. Çavê cîhanê li ser wan e û em li bendê ne ku vê lihevkirinê erênî pêşwazî bike."

Cameron her wiha destnîşan kir ku heta ku girtiyên Filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê de ne neyên serbestberdan, şer bi dawî nabe û diyar kir ku di pêşniyaza ku ji Hemasê re hatiye kirin de bi hezaran girtiyên Filistînî serbest tên berdan, lê belê divê dîlên di destê Hemasê de jî azad bibin.